• Saturday, 21 February 2026
logo

Rojhilatê Kurdistanê – Di xwepêşandanan de heta naha 60 hemwelatî hatin kuştin

Gulan Media November 5, 2022 Nûçe
Rojhilatê Kurdistanê – Di xwepêşandanan de heta naha 60 hemwelatî hatin kuştin

Rêxistina Mafê Mirov a Hengaw ragehand, di destpêka xwepêşandanan heta naha li 38 bajar û 10 zanîngehên Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan birêve çûn û 60 hemwelatî û 15 kes jî ji hêzên ewlehiya Îranê hatin kuştin.

Li gor amarên Rêxistina Mafê Mirov a Hengaw, di nav wan hemwelatiyên ku hatine kuştin, 11 zarok û 6 jin û 4 kes jî di bin îşkenceya hêzên ewlehiyê de jiyana xwe ji dest dane.

Li gor amarên Hengaw, hat ragehandin ku di heyama wan 50 rojên ku xwepêşandan birêve çûn de 4 hezar hemwelatî ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve hatine girtin, ku nasnameya 922 kesan aşkera bûye û 128 jin û 74 zarok, 35 xwandekar û 23 mamosta jî di nav girtiyan de ne.

 

Basnews

Top