• Sunday, 15 February 2026
logo

Parezgeha Neynewa: Serederiyê tenê ligel Qeymeqamê şer'î yê Şingalê dikin

Gulan Media January 4, 2019 Nûçe
Parezgeha Neynewa: Serederiyê tenê ligel Qeymeqamê şer'î yê Şingalê dikin
Serokê Civata Parêzgeha Neynewa tekez dike, ku ew serderiyê ligel Hikûmeta Xwecihî ya niha li Şingalê nakin û ti aliyek li Civatê jî, piştevaniya wê nake.

Serokê Civata Parêzgeha Neynewa Sîdo Çeto ragihand, ku hin aliyên nerewa Hikûmetek Xwecihî li Şingalê pêkanîn e, û ev kar jî nayê qebûlkirin û ti aliyek fermî piştevaniyê lê nake.

Got jî, her belgenameyek ji aliyê wê Hikûmeta nerewa ve bê îmzekirin, ew dê wan belgenameyan saxte hesab bikin û ti aliyek serderiyê ligel nake. Tekez jî kir, ku pirsa Şingalê pirsek aloz û navdewletî ye. Amaje bi wê yekê kir, nêzîk 300 hezar rûniştvanên Şingalê heta niha dinav kampan de dijin û venagerin nav mal û milkên xwe.

Berî niha jî Parêzgarê Neynewa Newfel Hemadî ragihandibû, ku li cem wan Mehma Xelîl Qaymiqamê şer'î yê Şingalê ye û serderiyê ligel ti kesek din nakin.

K24
Top