Îlham Ehmed: Tirkiye dixwaze dest dane ser samanên Sûriyê
Hevseroka Desteya Cîbicîkar a Encûmena Sûriyeya Demokraîtk (MSD), Îlham Ehmed di gotarekê de li nav mîtîngekê li bajarê Girê Sipî yê Rojavayê Kurdistanê, li ser gefên Tirkiyê bo encamdana operasyonên leşkerî li dijî herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de axivî.
Îlham Ehmed di axavtina xwe de gefên Tirkiyê yên li dijî Rêveberiya Xweser û pêkanîna operasyona serbazî li herêmên Rojhialtê Firatê û Minbicê protesto kir û tekezî li ser wê yekê kir, ku ew dê lis er berxwedanê berdewam bin.
Îlham Ehmed herwiha tekez kir, ku Tirkiye dixwaze dest dane ser çavkaniyên samanên Sûriyê.
Ji 20 rojan ve mîtînga herêma Girê Sipî li Rojavayê Kurdistanê berdewam e û armanc jê protestokirina gefên hikûmeta Tirkiyê ye.
Tirkiyê gefa wê yekê dixwe, ku dê li herêmên rojhilatê Firatê û Minbicê li dijî hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) operasyonên leşkerî pêk bîne.
Rudaw
