• Saturday, 21 February 2026
logo

Biryarên îro yên kongreyê hatin eşkere kirin

Gulan Media November 4, 2022 Nûçe
Biryarên îro yên kongreyê hatin eşkere kirin

Di duyem roja kongreyê de 6 biryarên girîng hatin stendin.

Îro înê 4ê Mijdarê kongreya PDK di duyem roja xwe de dom kir û îro 6 biryarên girîng derbarê kar û çalakiyên PDKê de hatin stendin.

Her navçe û liqeke PDKê lazime her du sal carek konferansa xwe lidar bixe.

Komîteya navendî ya PDKê lazime her 5 sal carek konferansa xwe lidar bixe.

Her liqeke PDKê lazime 6 kargêrên xwe hebin.

Her navendeke hizbî lazime hijmara endamên xwe ji 10 kesan zêdetir be.

Her navçeyeke PDKê ji çar navendan pêk tê.

Civata Serokatiya PDKê namîne û di şûna vê de komîteya navendî tê avakirin ku, ji 51 endamên eslî û 9 endamên yedek pê tê.

 

Top