Amerîka peyvendiyên xwe li gel YNKê qut dike!
Serokê Amerîkayê di civîna çapemeniyê de ragehand: ‘’Pir balkêşe Tirkiye ji kurdan hesnake. Lê hin aliyên din hene ji kurdan hesdikin. Ez bixwe naxwazim nefta kurdan a kêm a heyî jî bifroşin Îranê.’’Serokê Amerîkayê aşkera nekir ew nefta ku ji Îranê re tê firotin a kîjan beşa Kurdistanê ye, lê diyar kir Washington dê daxwaz ji wan bike ku êdî neftê nefroşin Îranê.
Li başûrê Kurdistanê YNK û li rojavayê Kurdistanê jî PYD neftê difroşin Îranê û li gor çavdêran peyama Trump her du aliyan û hebe aliyên din jî digre navxwe ku neftê difroşin Îranê.
Ew kesê ku dibû xeleqa peyvendiyên di navbera Amerîkayê û YNKê jî nûnerê taybet ê serokê Amerîkayê Brett McGurk bû û demek berî naha dest ji kar berda, ji ber wê jî dest ji kar kêşana McGurk tê wateya xeleqa peyvendiyên di navbera Amerîka û YNKê de nemaye.
Vê derbarê de siyasetmedarê kurd Dîndar Necman Doskî ji BasNewsê re ragehand, firotina neftê li kevin ve heye. Lê çima naha Trump behsa wê dike? ‘’Diyare peyameke û gef e bo başûr û rojava jî, ku nabe êdî neft ji Îranê re bê dayîn, ji ber Îran di bin dorpêçê de ye.’’
Herwaha daxwaz ji YNKê kir, peyamê rast bigrin dest û got: ‘’Divê ji vê peyamê têgeheştin bi taybet jî biraderên YNKê. Wek tê zanîn peyvendiya me li gel Amerîkayê ketiye qalibê herêmeke destûrî de, ne partiyek an malbatek, ji ber wê divê em jî pêbendî cezayên Amerîkayê yên li ser Îranê bin.’’
Doskî got: ‘’Em wek herêma Kurdistanê ji aliyê siyasî û aborî ve li gel welatên derdorê divê danûstanê bikin. Ne wek filan navçe û partî. Ez dizanim YNK û Iraq jî û ewên ku Iraqê birêve jî dibin meyla wan a Îranê heye. YNK peyvendiyên wê yên stratejik li gel Îranê hene û zêdetir meyla Îranê li gel wan heye, lê ev yek nayê wateya ku ziyanê bigehînin herêma Kurdistanê.’’
Basnews
