Erdogan: Em bo jinavbirina PKKê ligel Berhem Salih rêkeftin
Îro Berhem Salih bi seredaneke gumanbar serdana Enqerê kir. Navendên siyasî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê derbarê serdena Berhem Salih aşkere kirin ku armanca wê serdanê têkbirina PKKê ye li Iraq, Sûriyê û Tirkiyê. Piştî hevdîtina duqolî Erdogan aşkere kir ku wê peywendiyên serbazî, aborî emnî li Iraqê baştir bikin. Herwiha Erdogan got: Em dixwazin ku bi Iraqê ra di qada ewlehiyê da jî têkilî û tevkariyê xurt bikin. Bi taybetî gelek tişt hene ku em di sanayiya parastinê da bikin. Eskerî, bazirganî, aborî, çandî... Di van hemû qadan da em dikarin di gelek qadan da bi hev ra bixebitin. Lê ji her tiştî girîngtir ewlehî ye. Rêxistinên terorê yên wek DAIŞ, PKK û FETOyê him ji bo Tirkiyeyê him ji bo Iraqê tehdîd e. Di têkoşîna me ya terorê da ji bo ku em serkeftî bibin em di ferqê da ne ku xebata bi hev ra girîng e. Em bi hûrgilî li ser van mijaran sekinîn."
Basnews
