Gelo Kurd dê êrîşî El-Babê bikin?
Encûmena Leşkerî ya Babê ragihandiye, ku li ser bangewaziyên xelkê Babê amadekarî tên kirin, ji bo ku Bab ji destê hêzên Tirkiyê û çekdarên opozisyonê were rizgarkirin û tekez kiriye, bo wê yekê hevahengiyeke baş di navbera wan û artêşa Sûriyê û hêzên Rûsyayê de heye.
Encûmena Leşkerî ya Babê herwiha diyar kiriye, ku ew bo kontrolkirina rewşa herêmê û parastina ewlehiya herêmê bi Encûmena Leşkerî ya Minbicê re di nava hevahengiyê de ne.
Fermandarê Encûmena Serbazî ya Bajarê Babê, Cemal Ebû Cuma ragihand, ku derbarê rizgarkirina bajarê Babê ji destê çekdarên Opozisyona Sûriyê de, hevahengî di navbera wan û hikûmeta Sûriyê de heye.
Cemal Ebû Cuma ragihandiye, ku hevahengiyeke baş di navbera wan û berpirsên hêzên Rûsya û artêşa Sûriyê de heye, û ev hevahengî beriya salekê li bajarokê Erîme, ku dikeve rojavayê herêma Minbicê, dest pê kiriye.
Ebû Cuma diyar kiriye, niha ji bo raswestandina binpêkariyên çekdarên opozisyonê li herêma Babê û rizgarkirina vî bajarî ji destê wan çekdaran kar tê kirin.
Fermandarê Encûmena Serbazî ya Bajarê Babê herwiha got, ku ew û Encûmena Leşkerî ya Minbicê karekî hevbeş dikin bo aramiya navçeyê û çi tevlihevî çê bibe, ew amade ne bersivê bidin, bi taybet piştî gefên Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê,
Cemal Ebû Cuma herweha tekez kir, ku ji nav bajarê Babê gelek bangewazî tên bo rizgarkirina wê navşeyê ji destê çekdaran.
Encumena Leşkerî ya Babê piştî derbasbûna 2 rojan bi ser kontrolkirina Minbicê re, di roja 14ê Tebaxa 2016ê de hatibû damezrandin.
Hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di 12ê Tebaxa 2016ê de piştî operasyoneke berfireh li dijî DAIŞê û bi piştgiriya balafirên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî, bajarê Minbicê ji dest DAIŞê derxistibûn.
Rudaw
