• Sunday, 15 February 2026
logo

Seferên balafiran di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê dest pê dikin

Gulan Media January 4, 2019 Nûçe
Seferên balafiran di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê dest pê dikin
Serokê Odeya Bazirganiya Amedê Mehmed Kaya aşkere kir ku wê di meha bê da seferên balafiran di navbera Bakurê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê dîsa dest pê bikin.

Îro Serokê Odeya Bazirganiya Amedê Mehmed Kaya ji televizyona K24 ra axivî û aşkere kir ku wê seferên asmanî yên yekser di navbera Hewlêr û Amedê di neha sibatê da dest pê bikin.

Herwiha Kaya aşkere jî kiriye ku wê geştên asmaniyê tesîreke baş li kerta bazirganiya Amedê bike û Hewlêr deriyekî giring ê bazirganiyê ye bo Amedê.

Hatibû ragihandin ku sala borî bi bihayê 200 milyon dolar kelûpel ji Amedê bo Herêma Kurdistanê hatiye hinardekirin.

Basnews
Top