Li Iraqê DIŞI a nû kete tevgerê: ‘Pasavanên Olê’
Pasavênên Olê ku di bin banê Lîwaya Neqşebendî de li Iraqê dest bi tevgerê kiriye, bi navê îslamî şerê çekdarî daye ber xwe ku niha li navçeyên Xurmatû, Dûr, Tikrît, Şirgat, Mûsil, Kerkûk û Diyalayê çalak e û hewil dide aramiya wan deveran têk bibe.
Li gor çavkaniyên Iraqê, rêxistina Pasawanên Olê 27ê Sibata 2018an pêşî li Sûriyê derketiye holê û niha jî li Iraqê xwe çalak dike.
