Trump derbarê Rojavayê Kurdistanê de daxuyaniyek nû da
Serokê Amerîkayê Donald Trump li Koşka Spî di civîna kabineyê de derbarê biryara paşvekişîna hêzên Amerîkayê ji Sûriyeyê de axivî.
Donald Trump diyar kir ku wan ji bo vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê 4 meh destnîşan nekirine û vekişandina wan dê bi demê re bibe.
Trump li ser îdiayên ku di nav 4 mehan de ji Sûriyeyê paş vekişin û got ku "Min derbarê peşvekişînê de tiştekî wekî hêdî yan jî lez negot. Hin kes dibêjin min gotiye ku dê di heyam 4 mehan de vekişin. Min wisa negotiye. Em dê demeke diyarkirî ji Sûriyê vekişin. Em ji Sûriyê derbikevin jî em dixwazin Kurdan biparêzin.”
"Hinek petrola Kurdan heye wê jî difiroşin Îranê"
Trump derbarê piştgiriya ku Amerîka dide Kurdan de wiha axivî: “Hinek aliyên wek Tirkiyê hez Kurdan nakin. Hinek alî jî berevajoyê wan in. Biçek petrola wan heye lê wê jî difroşin Îranê. Me ji wan xwest ku nefroşin. Kurdên hevkarê me petrolê difroşin Îranê. Em qet vê yekê guncav nabînin. Di heman demê de dema em bi wan re ne jî gelekî baş şer dikin. Hûn dizanin dema ku me ji wan re 30 F-18 şandin li gor dema ku me neşand baştir şer kirin û me dît ku çi bû. Dîsa jî em dixwazin ku Kurdan biparêzin lê ez naxwazim ku heta hetayê li Sûriyeyê bimînim. Ew der qum û mirin e."
Serokê Amerîkayê di van gotinên xwe de zelal nekir ku ew Rojavayê Kurdistanê an jî Herêma Kurdistanê dike.
Rudaw
