• Saturday, 21 February 2026
logo

Kiliçdaroglu: AKPê Tirkiye kiriye navenda bazirganiya maddeyên hişber

Gulan Media November 2, 2022 Nûçe
Kiliçdaroglu: AKPê Tirkiye kiriye navenda bazirganiya maddeyên hişber

 Bazirganîkirin û belavbûna maddeyên hişber, bûne rojeva desthilat û opozosyona Tirkiyê. Herdû alî bi tundî bersiva hev didin.

Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu li ser hesabê xwe yê Twitterê, hikûmeta Tirkiyê û Wezîrê Navxwe Suleyman Soylu bi "pereyê reş" û "madeyên hişber" tohmetbar kir.

Kemal Kiliçdaroglu dibêje: “Tirkiye berê welatê derbaskirina maddeyên hişber bû, lê AKPê niha welat kiriye bazarek bo maddeyên hişber. We yasa derxisti bo bazirganên maddeyên hişber û spîkirina pereyan û we got bînin û em li çavkaniya wê napirsin.. Niha Tirkiye serlîsteya welatên spîkirina pereyan e li Ewropayê.”

Çend demjimêr piştre, Erdogan bersiva Kiliçdaroglu da û got: “Hêzên emnî li (Başûrê Rojhilat) li ser jinavbirina maddeyên hişber berdewam in, lê Kiliçdaroglu bêbextiyan dike.” Ew navçeya Erdogan wek Başûrê Rojhilat bi nav dike Bakurê Kurdistanê ye.

Erdogan dibêje: “Hun çawa dikarin bibêjin Tirkiye kurtanîna butçeyê bi rêya firotina maddeyên hişber çareser dike? Ev çi bê wîjdaniyeke? Desthilatek ku gelekî baş dizane heram û helal çiye, tu nikarî wê lekedar bikî.”

Li gor Sedat Peker ku wek serokê mafya Tirkiyê tê naskirin û niha li derveyî wî welatî dijî, çend berpirsên AKPê ji Başûrê Amerîkayê maddeyên hişber vediguhêzin Tirkiyê. Berpirsên Opozisyonê jî Wezîrê Navxwe Suleyman Soylu û kurê Serokwezîrê Berê yê Tirkiyê Bînalî Yildirim tohmetbar dikin.

Lê AK Partî red dike û dibêje, bi dijwarî rûbirûyê maddeyên hişber bûne. Roja Çarşembê 2ê Mijdara 2022ê li parêzgeha Osmaniye operasyonek hat kirin.

Suleyman Soylu jî got: “130 firoşkarên maddeyên hişber di operasyonekê de ku îro demjimêr 5 destpê kir, demjimêr 7ê sibehê hatin desteserkirin.”

Li gor rapora Şubeya Rûbirûbûna Maddeyên Hişber ser bi Rêveberiya Asayîşa Giştî ya Tirkiyê ku sala 2022ê belav kiriye, bikaranîna maddeya core metamfetamin di du salên derbasbûyî de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 5.5 qat zêde bûye.

 

Rudaw

Top