• Saturday, 21 February 2026
logo

Balyoza Amerîka helwesta xwe li hember êrîşên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê nîşan da

Gulan Media November 2, 2022 Nûçe
Balyoza Amerîka helwesta xwe li hember êrîşên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê nîşan da

Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê Alina Romanowski derbarê êrişên Pasdarên Îranê yên li ser çend deverên Herêma Kurdistanê û gefên vê dawiyê de got: “Em gelekî bi hûrî agahdarî rewşê ne.”

Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê Alina Romanowski îro di paneleke Dîdara MERI de di bersiva pirsekê derbarê helwesta êrişên Pasdarên Îranê yên li ser çend deverên Herêma Kurdistanê û gefên Îranê de got: “Me êrîşên Îranê ne tenê yên li ser Herêma Kurdistanê, lê belê yên li Iraqê û tevahiya navçeyê şermezar kirine.”

Romanowski got jî: “Em ji van gefan pir nîgeran in û bi hevkarên xwe yên li Herêma Kurdistanê û li Iraqê re bi dîplomasî û leşkerî kar dikin. Em ji rewşê pir agahdar in."

Ev yek di demekê de ye, duhî 1ê Mijdarê rojnameya Wall Street Journal ji zarê berpirsên Erebistana Siûdî ragihandibû ku Îranê gefa êrîşê li Erebistana Siûdî û Hewlêrê xwariye.

Di wê derbarê de jî Berdevkê Koşka Spî got: "Em ê ji bo piştgirîkirina hevkarên xwe yên li herêmê, bê dudilî dê karvedanên me hebin.”

 

K24

Top