Elmanya.. Barzanî yekem jidayikbûyê sala nû ye
Di çirkeyên destpêkê yên sala 2019ê da li wîlayeta Zarland ya Elmanya, yekem zaroyê ji dayikbûyî hat tomarkirin, ew jî zaroyekê Kurdê rojavayê Kurdistanê ye û dayik û bavê wî Semîr Heyder û Dilvîn Xelef li destpêka şerrê Sûrya li sala 2011ê ber bi Elmanya çibûn û niha li wê wîlayetê akincî ne.
Babê wî zaroy weke vîyan ji bo serok Mes’ûd Barzanî û rolê wî yê xwedî lêderkeftina kurdên her çar parçeyên Kurdistanê, navê zarokê xwe kirîye Barzanî û Barzanîyê biçûk ku yekem zaro ye li sala nû li Elmanya ji dayikbûyî, bûye babetê pitirîya rojname û kovar û malperên Elmanî.
