• Sunday, 15 February 2026
logo

Parlamentarekî kurd bi tundî bersiva Alya Nesîf da

Gulan Media January 3, 2019 Nûçe
Parlamentarekî kurd bi tundî bersiva Alya Nesîf da
Parlamentarê Iraqê li ser parêzgeha Nînowa û lîsta PDKê Şêrwan Dupirdanî bi tundî bersifa parlamentara Iraqê Alya Nesîf da û ragehand ku, hemû kes dizane kî Mûsil radestî DAIŞê kir.

Parlamentarê Iraqê li ser parêzgeha Nînowa û lîsta PDKê Şêrwan Dupirdanî li ser rûpela xwe ya Facebookê bersiva parlamentara Iraqê Alya Nesîf da û got ku, kesê sivkatiyê bi xelkê Mûsilê bike weke sivkatiyê bi xelkê Iraqê hemûyan bike.

Wî paramentarî da zanîn ku, DAIŞ xelkê bajarê Mûsilê dorpêçkiribû û piraniya wan nekarîn xwe rizgar bikin û ji bajêr derkevin û nabe hemû xelkê wî bajarî bi alîkariya DAIŞê werin tometbar kirin.

Herwiha got jî ku, Serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malkî bajarê Mûsilê radestî DAIŞê kir, Şêrwan Dupirdanî tekez kir ku, pêwîste parlamentara Iraqê Alya Nesîf lêborînê ji xelkê wî bajarî bixwaze.

parlamentara Iraqê ya Şîe Alya Nesîf di daxuyaniyeke xwe de êrîşî xelkê Mûsilê kiribû û raghandibû ku, xelkê wî bajarî alîkariya çekdarên DAIŞê kirin û bajarî radestî wan kirin.

Basnews
Top