• Sunday, 15 February 2026
logo

Li Danimarkê ji şervana Kurd re daxwaza girtînê tê xwestin

Gulan Media January 3, 2019 Nûçe
Li Danimarkê ji şervana Kurd re daxwaza girtînê tê xwestin
Şervana Kurd a hemwelatiyê Danîmarkayê Ciwan Palanî, ji ber ku li Rojavayê Kurdistanê tevlî hêzên Kurdî bûye û şerê rêxistina DAIŞê kiriye li Danimarkayê jê re 9 meh cezayê girtînê te xwestin.



Şervana Kurd Ciwan Palanî berî 4 salan li Rojavayê Kurdistanê di nav refên Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) de şerê çekdarên DAIŞê kir, lê ew niha jî li Danimarkê dema ji mala xwe derdikeve êleke gulenebir li xwe dike. Hikûmeta Danimarkê Ciwan Palanî wekî çekdareke ji DAIŞê veqatiyaye dibîne.



Ciwan Palanî ji Rojnameya Brîtanî Timesê re got: “Li Kopenhangê li şokeyekê de cih dan min. Li avahiyê cihê cîhadiyan jî hene. Ew min nas dikin û ji min hez nakin.



Palanî dema ji mala xwe derdikeve ji ber ewlehiya canê xwe êleke gulenebir li xwe dike. Metirsiya Ciwan Palanî ne tenê kesên cîhadî ne, herwiha bi gotina wê hikûmeta Danimarkê jî li ser wê zextan dike.



Hêzên ewlehiya Danimarkê berî niha li mala Palanî lêgerîn kirine û polîsan dest daniye li ser pirtûka bîranînên xwe nivîsandiye ya bi navê “Şervanên Azadiyê”.



Ciwan Palanî da zanîn ku hêzên ewlehiya Danimarkê pirtûka wê wekî amûrekî berê xelkê dide çekê pênase dike bi wê yekê jî wê tohmetbar dikin.



Dibe ku cezayê 9 meh zîndaniyê yê didin DAIŞê bidin Ciwan Palanî jî. Ew bi binpêkirina yasayan û ji bo tevlî şerê li dijî DAIŞê bibe çûya Rojhilata Navîn tê tohmetbarkirin.



Ciwan li hemberî tohmetbarkirinê dilgiraniya xwe diyar dike û dibêje: “Hûn dizanin dema derketim pêşberî dozgera jin û ji mi re got `tu gef e` çawa derûniya min têk çû. Diveya ez pîroz bikiran çimkî min li hemberî cîhadiyan şer kiriye.”



Palanî ku keça malbateke Rojhilatê Kurdistanê ye li kampa penaber a Rumadiyê hatiye dine, xwe wekî şoreşgera Kurdistan û azadiya jinan pênase dike. Li Danimarkayê pirsgirêkên wê ligel malbat û civaka wî welatê çêbûne. Dema Bahra Erebî dest pê dike ew 18 salî ye û diçe Rojavayê Kurdistanê tevlî refên YPJê dibe. Ew li wê derê ji bilî perwerdeya leşkerî perwedeya îdeolojiyan jî dibe.



Kesê ku îstixbarata Danimarkê ji bo dosya Ciwan Palanî erkdar kiriye bi helwestên neguncav li hemberî jinan pêk aniye tê tohmetbarkirin.



Palanî niha 25 salî ye û li Danimarkê bo heyama 6 hefteyan di girtîgehê de maye.



Keça Kurd dibêje: “Ez beriya qada şer dikim. Aliyê min ê şerker dixwaze her tim here wan deran. Ez gelek xemgînim ku beşdarî şerê azadkirina Reqayê nebûm.



Ciwan Palanî ji bo ku tevlî hêzên kurdî bibe û şerê DAIŞê bike di sala 2014an de tê Başûrê Kurdistanê û piştre derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe. Ciwan di nav refên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de 6 mehan şerê DAIŞê dike û piştre dîsa vedigere Başûrê Kurdistanê. Di heyama şer de Ciwan çend caran tê herêmê û diçe.






Li Başûrê Kurdistanê jî Palanî tevlî Hêzên Pêşmegeyên Kurdistanê dibe û piştî 6 mehan bi demkî destûrê distine vedigere Danimarkayê.



Palanî dema ji bo dîtina malbata xwe vegeriya Danîmarkayê polîsan dest danî ser pasaporta wê û derketina derveyê welat lê qedexe dikin.



Lê Ciwan Palanî piştî 6 mehan diçe Qatara û ji bo îhlalkirina derketina derve dibe ku dadgeha Danimarkayê 9 meh cezayê girtîgehê bide wê.



Li Danimarkayê di sala 2015an de ji bo “şervanên biyanî” yasayeke nû derketibû. Li gorî wê yasayê polîs dikarin dest danin li ser kesên ku li Iraq û Sûriyê tevlî şerî bibin.



Palanî keça malbateke Rojhilatê Kurdistanê ye li kampa penaber a Rumadiyê hatiye dinê û 20 sal berê bi malbata xwe re koçî Danîmarkayê kiribû.

Rudaw
Top