Iraq – Gendeliyekî mezin a petrolê aşkera bû: Her sal bayê 750 milyon dolar neft hatiye dizîn
Endamekî Parlamentoya Iraqê aşkera kir, tewaneke mezin a diziya nefta Iraqê hatiye aşkera kirin û berpirsên payebilind ên polîsê neft û gaz a Iraqê jî têkelbûne.
Îro 01.11.2022yê endamê Parlamentoya Iraqê Mistefa Sinet di tora xwe ya civakî twitterê de ragehand: ‘’Tewanekî mezin û rêxistina nefta Iraqê hatiye aşkera kirin, gelek berpirsên payebilind li saziya polîsê neft û gaz a Iraqê di wî tewanî de têkelbûne.’’
Herwaha aşkera kir: ‘’Ew gruba tewanbar bayê 750 milyon dolar neft dizîne.’’
Wî endamê Parlamentoya Iraqê ragehand, ew tewane di dema kabîneya berê ya hikûmeta Iraqê de pêkhatiye û tewanbar ji aliyê saziya asayîşa niştimaniya Iraqê ve hatine aşkera kirin û bi fermana wezîrê navxwe yê Iraqê ve hatine girtin.
Çapemeniya Iraqê jî aşkera kir, li ser fermana wezîrê navxwe Ebdulemîr Şemerî, rêveberê polîsê wuze (enerjî) ya Iraqê Lîwa Xanim Hûsênî hatiye girtin.
Basnews
