Berfê 362 rêyên bajarê bakurê Kurdistanê girt
Hat ragihandin ku ji ber berfa zêde û bahozan li navçeya Miksê (Bahçesaray) 68, li Elbakê (Başkale) 18, li Bayizaxa (Çaldiran) 103, Şatax (Çatak) 39, li Erdişê 2, li Gewaşê 13, li Payizawayê 55, li Muradiyê 25, li Qerqelî (Ozalp) 22 û li navçeya Tuşbayê jî 17 rêyên diçin gundan hatin girtin.
Herwiha ji ber berfbarîn û serma zêde, ji bo bajarên Bedlîs, Mûş û Colemêrgê jî hişyarî hat dayîn ku hemwelatî baldar bin û xwe dema bixwazin herin ciyekî tedbîrên xwe bistînin.
PeyamaKurd
