• Sunday, 15 February 2026
logo

Parlamenterê HDPê: Li Amedê AKP nikare bi me re rikaberiyê bike

Gulan Media January 2, 2019 Nûçe
Parlamenterê HDPê: Li Amedê AKP nikare bi me re rikaberiyê bike
Li bajarê Amedê HDP jî û AK Partî jî bo hilbijartinên şaredariyan xwe amade dibînin. HDP li ser nasnameya kurdî û AK Partî jî li ser xizmeteke baştir propaganda dikin. Parlementerê HDPê Selçûk Mizrakli dibêje ku AK Partî nikare bi wan re rikaberiyê bike.



Li gorî HDPiyan gelê Amedê dê di vê hilbijartinê de îradeya xwe ji destê qeyûman derxe. Li gorî rêveberên AK Partiyê jî gelê Amedê dê îcar ji nasnameyê zêdetir dengê xwe bide xizmeteke baştir.



Li bajarê Amedê di navbera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û AK Partiyê de rikaberiyeke zêde ya hilbijartinên şaredariyan heye.



HDPî di wê baweriyê de ne ku digel zindankirina 6 hezar û 500 endam, rêveber û parlamenterên wan jî dê di hilbijartinên şaredariyan de şaredariya Amedê ji destê qeyûm derxin.



Li gorî parlamenterên HDPê di şaredariya bajarê mezin a Amedê de AK Partî nikare bi wan re rikaberiyê bike û ew dê bi dengekî zêdetir şaredariyê bi dest bixin.



Derbarê vê yekê de Parlamenterê HDPê yê Amedê Selçûk Mizrakli ji Rûdawê re wiha got: “Partiya Dad û Geşedanê li Amedê qeyûm wek namzet nîşan da. Yanî bi endam û rêveberên xwe yên Amedê bawerî neanî. Digel ku AKPê hemû derfetên dewletê ji bo xizmeta bajarê Amedê bi kar anî jî gelê me dê dîsa dengê xwe bide HDPê. Jixwe li Amedê em AKPê weke rikaber nabînin. Em dê bi dengekî bilind vê partiyê li Amedê bi temamî paqij bikin. Gelê me dê dîsa weke hertim deng bide hebûn û azadiya xwe.”



Ji hilbijartinên şaredariyan re tenê 3 meh mane. Lê AK Partî vê carê xwe li hemberî HDPê bi hêz dizane. Lewre li gorî rêveberên AK Partiya Amedê wan di nava 16 mehan de bi qeyûman xizmeteke pir baş kiriye û gel dê di şûna HDPê de dengê xwe bide wan.



Rêveberê AK Partiya Amedê Recep Çelîk jî got: “Hûn dizanin AK Partî li hemû cîhanê xwe di xizmeta şaredariyan de îspat bikiriye. Li Amedê qeyûman di nava 16 mehan xizmeteke ku di 20 salan de di dema HDPê de nehatibû kirin, kir. Rê, dirb û bazar ji nû ve hatin çêkirin. Yek kuçe û kolaneke ku nehatiye qîr û zîftkirin nemaye. Me wisa kir ku ev bajar bibe yek ji paqijtirîn û xweşiktirîn bajarê cîhanê. HDPî derewan dikin. Me ev xizmet tenê bi budçeya şaredariyan kiriye û yek qirûşek (panknotek) jî deyn nekiriye.”



Ji ber ku AK Partî bi xizmeta xwe ya ku bi qeyûman kiriye bawer e, ji bo hilbijartinên şaredariyan ên 31ê Adara îsal qeyûmê Amedê Cumalî Atîlla weke namzet nîşan da. Lê HDPê heta niha jî namzetê xwe aşkera nekiriye. HDP bi dirûşma "Xwe jî bajarê xwe jî em ê bi rê ve bibin" û AK Partî jî bi dirûşma "xizmeteke baştir" propagandaya hilbijartinan dike.

Rudaw
Top