• Sunday, 15 February 2026
logo

“Hêzên Amerîkî ji Sûriyê ber bi Hewlêrê ve tên”

Gulan Media January 2, 2019 Nûçe
“Hêzên Amerîkî ji Sûriyê ber bi Hewlêrê ve tên”
Di demekê de nakokî di navbera hikûmeta Iraqê û hêzên siyasî bi sedema hebûna binkeyên leşkerî yên Amerîka li Iraqê zêde dibin, berpirsekî leşkerî yê Iraqî nexşeya vegera hêzên Amerîkî ji Sûriyê bo welatê xwe aşkere dike.

Peyvdarê Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê Emîd Yehya Resûl ragihand, ew hêzên Amerîkî ku ji Sûriyê vekişin destpêkê ber bi Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê tên, dibe piştî Hewlêrê ber bi welatê xwe yan cihekî din biçin.

Ew berpirsê leşkerî tekez dike, pêwîstiya Iraqê bi hêzê tune ye. Hêzên ku ji Sûriye vekişin li binekya Eyn Esed a li Enbarê bicih nabin, ji ber ku Şêwirmendiya Leşkerî li wir e û pêwîst nake hêz li wê binkeyê bê zêdekirin.

Serokê Amerîka di meha bûrî de biryara vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê dabû, niha jî behsa planeke din tê kirin u ew hêz bi hêdî dê bê vekişandin.

Nêzîkî 2 hezar leşkerên Amerîkî li Sûriyê ne, di şerê li dijî DAIŞê piştevaniyê didin Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), di 4 salên bûrî de rûbereke berfereh ji destê DAIŞê kontrol kirine, lê hîna paşmayên DAIŞê li navçeyên sînorî yên di navbera Iraq û Sûriyê de mane.

Piştî biryar vekişandina hêzên ji Sûriyê, Senatorê Amerîkî yê Komariyan Lindsey Graham digel Serokê Amerîkayê Donald Trump kom bû. Piştî civînê ji Graham ji rojnamevanan re ragihand, “Her vekişîneke ji Sûriyê divê DAIŞê bi temamî hatibe jinavbirin, nabe Îran cihê vala dagire û divê Kurd bêne parastin.”

Ji aliyê Iraqî ve, Peyvdarê Hevpeymaniya Fetih û endamê Komîta Bergirî û Asayişê di Parlemantoya Iraqê de Ehmed Esedî got, piştî biryara vekişandina hêzên Amerîka ji Sûriyê, divê Washington biryara vekişîna hêzên xwe ji Iraqê jî bide. Esedî diyar kir jî, ji aliyê Komîta Yasayî û Bergîriyê ya Parlemantoya Iraqê ve deqeke yasayî ji bo diyarkirina çarenivîsa hêzên biyanî tê danîn.

Herwiha Serokê grûpa Asa'ib Ahl al-Haq a ser bi Heşda Şeibî ve Qeys El-Xezalî gef li hêzên Amerîka yên li Iraqê xwar û got: “Heger hêzên Amerîkî bi biryarekê ji Parlemantoya Iraqê ve dernekevin, ewê wan neçar bikin ku wek sala 2011an derkevin.”

K24
Top