Lahûr Cengî hewl dide pêwendiyên PDK û YNKê xirab bike!
Li gorî agahiyên BasNewsê, Lahûr Cengî, ku yek ji serkirdeyên xiyaneta 16 Cotmeha par bû, bi rêka medya û medyaya civakî hewl dide pêwendiyên PDK û YNKê xirab bike. Yek ji sebebên vê yekê ew e ku PDK razî nîne û naxwaze Lahûr tevlî civînên PDK û YNKê yên li ser pêkanîna hikûmetê bibe.
Çavdêrê siyasî û mamostayê zankoyê Dr. Çiwas Hesen li ser vê mijarê ji BasNewsê re got, PDK dixwaze ti partiyek neyê piştguhxisitn û her partiyek bi qasî giraniya xwe şirîkatiya hikûmetê bike. Lê YNK vê yekê qebûl nake û daxwaza pişkek zêde dike. Ev jî bûye sebeba gîrobûna pêkanîna hikûmetê.
Dr. Çiwas Hesen li ser hewlên Lahûr jî got, ez nizanim bi çi rengî dixwaze vê yekê bike lê divê PDK û YNK hişyar bibin çimkî barê Kurdistanê li ser milê wan e. Eger pêwendiyên wan xirab bibe ziyana wê digihê tevahiya xelkê Kurdistanê.
Basnews
