• Saturday, 21 February 2026
logo

Serokwezîr û balyozê Rûsyeyê civiyan

Gulan Media October 31, 2022 Nûçe
Serokwezîr        û balyozê Rûsyeyê civiyan

Behsa pêşde birina têkiliyên navbera Rûsye û Kurdistanê kirin.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel balyozê Rûsyeyê yê li Îraqê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya balyozê Rûsyeyê yê li Îraqê birêz Ilbrus Kutrashiv û şandeke pê re kir.

Di civînê de me giftûgo derbarê pêşhatên dawî û guhertinên Îraqê piştî dawî hatin bi qirîza siyasî,  pêk anîna hikûmeta nû û herwiha girîngiya çareser kirina kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî li ser esasê destûrê kir.

Pere pêdana têkiliyên du alî û rûbirû bûna kiriyarên terorîstî mijarên din yên civîna me bûn.

 

 

Top