• Sunday, 15 February 2026
logo

Bayik: Dikarin sûdê ji vekişîna Amerîka bibînin

Gulan Media January 1, 2019 Nûçe
Bayik: Dikarin sûdê ji vekişîna Amerîka bibînin
Koma Civakên Kurdistanê (KCK) radigihîne, Kurdên Sûriyê dikarin ji vekişîna hêzên Amerîkayê sûd werbigrin û bi hêza xwe tevbigerin.

Hevserokê KCKê Cemîl Bayik ji ajanseke nêzikê PKKê re ragihand, gefên Tikriyê girêdayî biryara vekişîna Amerîkayê ye û siyaseta Amerîkayê ya li dijî kurdan bi vê biryarê eşkere bûye û hatiye têgihiştin.

Bayik got jî, vekişîna hêzên Amerîkayê bi yekcarî ne bûyereke xirab e û ji bo Kurdan dikare rê liber pêşhatên erenî jî veke. Pêwîst e Kurd pişta xwe bi hêza Amerîkayê girê nedin, lê bi hêza xwe tevbigerin.

Bayik herwiha diyar dike, Amerîka piştî rizgarkirina Reqayê, siyaseta xwe guhertiye û bi Tirkiyê rêkeftin kiriye. Efrîn jî bi vê rêkeftinê û piştgiriya Amerîkayê hatiye dagîrkirin.

K24
Top