• Sunday, 15 February 2026
logo

Trump vekişandina hêzên Amerîkî ta 4 mehan dirêj kir

Gulan Media January 1, 2019 Nûçe
Trump vekişandina hêzên Amerîkî ta 4 mehan dirêj kir
Serokê Amerîka Donald Trump vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê heta 4 mehan dirêj kir.

Rojnameya Amerîkî “New York Times” ku zanyarî ji jêderekî agahdar wergirtine belav kir, Trump di dema serdana xwe ya nehênî ji Iraqê re, piştî ku ligel Fermandarê Operasyona Leşkerî li dijî DAIŞê Paul LaCamera guftûgo kiriye, gihîştiye wê biryarê ku vejişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê di heyama 4 mehan de be.

Wê rojnameya Amerîkî nivîsiye, Trump soz daye çend mehan derfetê bide berpirsên leşkerî wê plana vekişandina hêzê ji Sûriyê bicih bikin.

Serokê Amerîka Donald Trump roja 19ê meha bûrî biryara vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê dabû, wê biryarê gelek karvedan li pişt xwe anî, Wezîrê Bergîriyê James Mettis biryar destberdana ji kar da.

Herwiha ev yek piştî wê yekê, duhî Senatorê Amerîkî yê Komariyan Lindsey Graham digel Serokê Amerîkayê Donald Trump kom bû. Piştî civînê ji Graham ji rojnamevanan re ragihand, Serok Trump pêdeçûneke nû li ser vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê dike. Vekişîna ji Sûriyê dê dereng bixe.”

Senatorê Amerîkî yê Komariyan Lindsey Graham got jî: “Her vekişîneke ji Sûriyê divê DAIŞê bi temamî hatibe jinavbirin, nabe Îran cihê vala dagire û divê Kurd bêne parastin.”

Herwiha got: “Trump naxwaze di navbera YPG û Tirkiyeyê de şer rû bide. Ji bo vê jî Trump dê ji bo avakirina herêmeke tampon a di navbera Tirkiye û Amerîkayê de gerentî bide Tirkiyeyê.”

K24
Top