Serol Barzanî: Hêzên pêşmerge planên neyar û nahezan pûç kirin
Serok Barzanî bi minasebeta sersala nû peyameke pîrozbayî pêşkêş kir.
Serok Barzanî bi minasebeta hatina sersala nû peyameke pîrozbayî pêşkêşî gelê Kurdistanê kir ku ev jî tekesta vê ye:
Bi helkefta serê sala nû, pîrozbahiyê li xelkê Kurdistanê û malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman dikim. Hêvîdar im sala nû ji bo baştirbûna jiyan û guzeraniya xelkê û pêkanîna aramî û zêdetir pêşketina gelê me, destpêka qonaxeke nû bê.
Bi pêwîst dizanim spasiyên xwe pêşkêşî hêzên Pêşmerge û hemû xelkê Kurdistanê bikim ku li salên derbasbûyî de bi qurbanîdan û berevaniya li beranber gef û teror û abluqeyê de rawestiyan û dengê xwe yê rewa û aştîxwazane bi hemû cîhanê gihandin û li ser plan û hezên neyaran de jî biser ketin.
Niha gelê me di qonaxeke nû de ye û pêwîstî bi parastina destkeftan û bihêzbûn û geşbûnê ye, ew jî ji bo gihîştina armancên bilind û wan bihayên bilindên ku gelê me dehan salan bi wê navê xebatê kiriye û qurbaniyê daye. Di meha Eylûla derbasbûyî de jî gelê Kurdistanê di mumareseyekî demokratiyane de daxwaza xwe ji bo guhertin û Kurdistaneke bihêz dûpat kir û pêwîst e ew xwest û baweriya gel li çarçêweya hikûmeteke çalak û bihêz de bê bicîhkirin.
Bi dirêjahiya xebata xwe ya gelê Kurdistanê de herdem alîgirê rêkarên aştiyane û diyalogê bûye û niha jî wê dûpat dikin ku ji bo çareserkirina kêşe û giriftên me yên li gel Bexda bijardeya diyalog û hevdu têgihiştinê li ber digrîn.
Li vir bi derfet dizanim ku di derbarê çarenûsa gelê Kurd li Sûriye dilgiraniya xwe rabigihînim, hêvîdar im pêşhatên Sûriye û ew guhertinên li wir da dibin, nebin sedema êş û koçberbûna zêdetirê gelê Kurd li Sûriye. Bi piştrastiyê ve hebûna tundutîjî û înkarkirin, wan kêşeyên ku niha heye gelek kûrtir dike.
Pêwîst e hemû aliyek bi başî li wê yekê têbigihe ku navçeya me êdî nikare berevaniya wan hemû kêşe, tundutîjî, teror, tundî û nearamiyê bike û erkê civaka navdewletî ye ji bo parastina aştî û dadperwerî û asayîşê tixûb û sînorekê ji bo wan nearamîxwaziyê deyne û êdî ji vê zêdetir gelên navçeyê û xelkê bêtawan tûşî êş û wêrankariyê nebin û neyên êşandin.
Di sala nû de bi hêviya wê yekê ku aştî û pêkvejiyan li ser navçeya me bi hêztir bibe û hêviya xêr û xweşiyê bo gelê Kurdistanê dixwazim.
