• Saturday, 21 February 2026
logo

Kurdên Rûsyayê: Em Kurd bi ku de herin şer li pey me ye

Gulan Media October 30, 2022 Nûçe
Kurdên Rûsyayê: Em Kurd bi ku de herin şer li pey me ye

Di encama seferberiya şerê Ukrayna de gelek serbazên Kurd ên ku li Rûsyayê ligel artêşa Rûsyayê li dijî Ukraynayê şer dikin, hejmareke wan di şer de jiyana xwe ji dest dane. Bavê serbazekî Kurd dibêje “Em bi ku de jî herin ev şer dê li pey me were. Miletê me Kurd bi ku de here ev şer li pey me ye. Em ji ber şerê Qerebaxê ji Ermenistanê reviyan, vî alî jî Kurd bûn, wî alî jî Kurd bûn. Şerê wan bû, em ji ber wan reviyan hatin Rûsyayê, li Rûsyayê jî heman şer e. Îca em dê heta kuderê birevin.”

Kurdê Rûsyayê dibêjin ew ji ber şerê Qerebaxê reviyane, li her du aliyan serbazên Kurd hene dibin qurbanî û ew naxwazin şer bikin. Malbatên wan serbazan niha li bendê ne ku ew bi silametî ji şer vegerin.

Kolanên gundê Yelenovka hema bêje vala mane. Li gundê ku zêdetir ji 1300 mal lê hene, tenê çend kes dikevin ber çavan. Dîyar e ku bandora seferberiyê ye.

Xosrow şeva borî vegeriyaye ji Komara Îngşetyayê. Kurê wî û biraziyê wî yên seferberkirî li wir, di nexweşxana serbazî de ne. Xizm û cîran hatine serdana Xosrow.

Xosrowê Eylas bavê serbaz Ûsiv ê seferberkirî dibêje “Ew birin Ukraynayê, heta 25 rojan li wê derê şer kirin. Xwarziyê min şehîd ket, niha midûrê wan her canê me pê re şandin, 2-3 rojan di malê de man. Min duh ew birin Îngşetyayê nexweşxaneyê bêkêf ketibûn, serma girtibûn. Gotin em dê çend rojan derman bikin, pey dermankirinê jî dê ew bibin.”

Ûsiv tev kurmam û kurmetê xwe di eynî rojê de hatine seferberkirin. Her sisiyan jî yekser birine parêzgeha Zaporojyeyê ku şerê herî giran a navbeyna artêşa Rûsya û Ukraynayê lê diçe.

Fatma Kerem dayika Ûsivê seferberkirî got “Tev qir dibin ne tenê em dayik. Dayikên Rûsan jî dayik in, zarokên wan jî tev çûne şer, ew jî gelekî qir dibin, zarokên Ukraynî jî. Ti dayik naxwaze zarokên wan bimre, çi milet dibe bila bibe ti cudahî tine.”

Laura bûka du salan e. Wê mêrê xwe Cemal, beriya mehekî verêkiriye eniya şer. Niha teseliya wê tenê keça xwe ya biçûk e.

Laura Ezîz hevjîna serbaz Cemal ê seferberkirî anî ziman “Kaxiz ji mêrê min re hat. Mêrê min di xebatê de bû. Saet di 9ê şevê de hat, ez, xesû û xezûrê di malê de bûn. Dema het min zen kir ku kaxiz jê re hatiye. Wî jî got êz çi xwe biveşêrim, hatiye hatiyê ez dê êdî herim û me vî verê kir çû. Mehek temam nebû kurê meta min çû ber rehma xwedê. Cemal jî hate malê 2 roj şûn de me wî verê kur dîsa çû.”

Hêviya dê û bavê Cemal niha tenê bidawîbûna şer e. Herçend, bawriya wan pê nînîne ku ev şer demekî zû de xelas bibe.

Mihemedê Eylas bavê serbaz Cemal ê seferberkirî ragihand “Em bi ku de jî herin ev şer dê li pey me were. Miletê me Kurd bi ku de here ev şer li pey me ye. Wisa jî Kurdên me li Ukraynayê jî hene. Em tev li Ermenistanê mezin bûne, ew jî li aliyê Ukraynayê şer dikin. Em ji ber şerê Qerebaxê ji Ermenistanê reviyan, vî alî jî Kurd bûn, wî alî jî Kurd bûn. Şerê wan bû, em ji ber wan reviyan hatin Rûsyayê, li Rûsyayê jî heman şer e. îca em dê heta kuderê birevin.”

Li gor zanyariyên ne fermî ji herêma Krasnodarê, ku dora 20 hezar Kurd lê dijîn, di maweya mehekî de zêdetir ji 100 Kurd hatine seferberkirin.

Dema amdekirina vê raportê, hat zanîn ku Wezîrê Berevaniyê Rûsyayê bidawîbûna serferberiyê ragihandiye. Lê malbatên Kurd ên serbazên seferberkirî, li benda agahiya bidawîbûna şerê ne.

 

Rudaw

Top