• Saturday, 21 February 2026
logo

Hijmara kuştiyan li Somalî bû 100 kes

Gulan Media October 30, 2022 Nûçe
Hijmara kuştiyan li Somalî bû 100 kes

Duhê teqîneke mezin li paytexta vê welatî çê bibû.

Li gor çapemeniya cîhanî, di encama teqîna ku, duhê li Mogadişu ya  paytexta Somalî de çê bûye, herî kêm 100 kes hatine kuştin û zêdetir ji 300 kesên din jî birîndar bûne.

Ji aliyeke din ve hate zanîn ku, nexweşxaneyên Mogadişu daxwaza xwînbexşîna bilez bo birîndaran dikin.

Îro jî Serokê Somalî serdana cîhê teqînê kiribû û ragihandibû ku, ev mezintirîn teqîna terorîstiye di dîroka Somalî de.

Top