• Sunday, 15 February 2026
logo

Hollande: Di nehiştina terorê de Kurdan gelek qurbanî dane

Gulan Media January 1, 2019 Nûçe
Hollande: Di nehiştina terorê de Kurdan gelek qurbanî dane
di bêje nabe tirkiye êrîşî Kurdan bike
Serokê berê yê Fransayê François Hollande, ragihand ku eger Tirkiye bi êrîşeke nû Kurdan bike armanc, dê teror zêde bibe û got: "Di nehiştina terorê de Kurdan gelek qurbanî dane."

Piştî civîna ligel Nûnerê Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên bakurê rojhilatê Sûriyê Xalid Îsa, Serokê berê yê Fransayê François Hollande di daxuyaniyekê de got: "Kurdan bi piştgiriya Hevpeymaniya Navdewletî ku Fransayê jî li xwe digire, rolekî mezin di şerê dijî rêxistina Dewleta Îslamî de dîtin."

Hollande, da zanîn ku beşdarbûna Kurdên Sûriyê di jinavbirina terorê de, bi awayekî bû ku gelek qurbanî dane. Hollande, tirs û nîgeraniya xwe derbarên gefên Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê anî ziman û got: "Eger gefên Tirkiyê bikevin warê cîbicîhkirinê, bandoreke metirsîdar û wêranker li xelk û hevpeymanekî Fransayê dike û dibe sedema zêdebûna terorê li derveyî Sûriyê,

Top