• Sunday, 15 February 2026
logo

Îbrahîm Biro: Piştî derketina Amerîka tiştek bi navê rêveberiya xweser namîne!

Gulan Media January 1, 2019 Nûçe
Îbrahîm Biro: Piştî derketina Amerîka tiştek bi navê rêveberiya xweser namîne!
Berpirsekî Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dibêje, piştî vekişîna Amerîka ji Sûriyê tiştek bi navê rêveberiya xweser ya Rojava namîne ji ber ku YPG dê bibe beşek ji hêzên rêjîma Sûriyê.

Berpirsên pêwendiyên dîplomatîk yên ENKSê Îbrahîm Biro ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, niha Rûsya û Tirkiyê li ser wê yekê gotûbêj dikin ku çawa ew valahiya ku ji ber vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê çêdibe, tijî bikin.

Îbrahîm Biro her wiha gotiye, piştî ku Enqere û Mosko li hev kirin dê diyar bibe ka hêzên Tirkiyê derbasî Minbicê bibin yan hêzên Sûriyê. Lê em dizanin YPGê bang li rêjîma Sûriyê kiriye derbasî wir bibe, ev jî nîşan dide ku YPG dê bibe beşek ji rêjîma Sûriyê.

Wî berpirsê ENKSê daye xuyakirin, Tirkiyê pilan daye destpêkê YPGê ji deverên erebî yên bakûrê Sûriyê derxîne paşê bi rêkeftin li gel rêjîma Sûriyê rêveberiya xweser jî hilweşîne, bi vî rengî YPG û PKKê bi temamî ji Rojavayê Kurdistanê derxîne.

Îbrahîm Biro aniye ziman ku YPG behsa şer û berxwedan dike û gotiye, eger êrişî YPGê bê kirin dê ji Efrînê hêsantir paşde vekişin, ji ber ku Amerîka û hêzên navdewletî êdî pişta wan nagirin.



Basnews
Top