• Saturday, 21 February 2026
logo

Berpirsekî Sipaha Pasdaran gef li xwepêşanderan dike: Îro û pê de nabe birjine ser şeqaman

Gulan Media October 29, 2022 Nûçe
Berpirsekî Sipaha Pasdaran gef li xwepêşanderan dike: Îro û pê de nabe birjine ser şeqaman

Îro 29.10.2022yê berpirsê payebilind ê Sipaha Pasdaran a Îranê Husên Selamî bi tundî gef li xwepêşanderên Rojhilatê Kurdistanê û bajarên din ên Îranê kir û got: ‘’Îro roja dawî ya rijyana ser şeqaman be bo we, êdî ez we nebînim li ser şeqaman, pêwîste êdî dest ji wan binpêkirinan berdin, êdî nebin kûkle û bukele ya dest Amerîkayê! Êdî em rê nadin we.’’

Ji aliyê din ve berpirsê polîsê bajarê Tehran a paytexta Îranê Husên Rehîmî jî bi heman awayî bi zimanê gefxwarinê ve ragehand: ‘’Êdî em rê nadin binpêkirin rewşa ewlehiyê têkbidin û polîs dê bi tundî li hember wan kesan raweste ku wan karane dikin.’’

Hêjayê gotinê ye, ew gefxwarinên herdu berpirsên payebilindên leşkerî û ewlehiya Îranê, piştî şehîdkirina keça kurd a Seqizê Jîna Emînî ya ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve û bi hinceta rûserî û lêçeka wî û piştî wê xwepêşandan destpê kirin û ew nêzîkî 7 heftiyane piraniya bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê jî li xwe girtiye. Heta naha di encama wan bûyeran de bi sedan kes bûne qurbanî û şehîd û birîndar bûne. Herwaha bi hezaran kes jî hatine girtin.

Top