• Saturday, 21 February 2026
logo

Ji bo cibicîkirina karnameya Sûdanî yekdengiya aliyên Kurdistanî pêwîst e

Gulan Media October 29, 2022 Nûçe
Ji bo cibicîkirina karnameya Sûdanî yekdengiya aliyên Kurdistanî pêwîst e

Fraksyonên Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê planên Serokwezîrê Iraqê, Mihemed Şiya Sûdanî bi baş didin zanîn û dibêjin, “Rêkeftin hatiye kirin ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexda di çarçoveya wê cîbicîbûna wê planê de.”

Merasîmek ji bo guhertina desthilatê hate kirin û her roja Înê serokayetiya yekem civîna Encûmena Wezîran a Iraqê kir.

Li gor karnameya wê, temenê hikûmeta Sûdanî salek e. Her di wê karnameyê de behsa çareserkirina gelek pirsgirêkan hatiye kirin. Ji wan jî beşek ji pirsgirêkên sereke yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de.

Cîgirê Serokê Parlamantoya  Iraqê Şaxewan Ebdulla got, “Du mijar hatine nivîsîn ku bi hevahengî û rêkeftina di navbera her du hikûmetan de bên parlamantoyê. Ya yekem mijara budçeyê ye, ya duyem jî mijara yasaya petrol û gazê. Hatiye nivîsîn her du hikûmet, her du serokwezîr li ser çawaniya miamelekirina ligel dosyeya petrolê bi awayekî ku ligel destûrê bigunce li hev bikin.”

Her di karnameyê de behsa cîbîcîkirina madeya 140, Rêkeftina Şingalê û tijîkirina valahiya ewlehî ya di navbera hêza Pêşmerge û hêzên ewlehiyê yên Iraqê de hatiye kirin.

Berdevka Fraksiyona Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Sozan Mensûr ji Rûdawê re got, “Karnameya hikûmeta Sûdanî baş e lê dem diyar dike ku dê cîbîcîkirina wê çawa be.”

Sozan Mensûr her wiha anî ziman, “Niha astengî jî bo cîbîcîkirina karnameyê bên çêkirin, Kurd yekdeng bin bandorê li ser nabe, ji ber ku aliyek bi tenê nikare astengiyan ji bo pirsên ku bi Kurdan ve girêdayî çêbike.”

Ji sala 2003an ve pêngaveke bi bandor ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de nehatiye avêtin. Madeya 140 nehatiye cîbîcîkirin, deng li ser projeyasaya petrol û gazê li Parlamentoya Iraqê nehatiye dayîn, budçeya Pêşmerge nehatiye yekalîkirin û çek jî jê re nehatine dabîn kirin.

Di van çend salên dawî de jî pirsgirêkên din li wan pirsgirêkan zêde bûne, weke qutkitina beşa budçeya Herêma Kurdistanê di sala 2014an de û zêdekirina guvaşan li ser sektora petrol û gaza Herêma Kurdistanê.

 

Rudaw

Top