• Saturday, 21 February 2026
logo

Li Sineyê jî 3 welatiyên din yên Kurd hatin kuştin

Gulan Media October 29, 2022 Nûçe
Li Sineyê jî 3 welatiyên din yên Kurd hatin kuştin

Duhê hêzên rejîmê li Sineyê jî çekd dijî xwepîşanderan bikar anîn.

Xwepîşandan û raperîna gelên Îranê yên li dijî rejîma vê welatî berdewamin û di vê çarçoveyê de duhê bişev li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de xwepîşandanên berfire hatin kirin.

Di xwepîşandanên duhê bişev yên li bajarê Sineyê de, çekdarên rejîma Îranê çek li dijî xwepîşanderan bikar anîn û di encama êrîşa raste rast ya çekdarên rejîmê de 3 ciwanên din yên Kurd şehîd bûn.

Ji aliyeke din ve li Mehabadê jî duhê bişev çend welatiyên din hatibûn şehîd û birîndarkirin.

Top