• Saturday, 21 February 2026
logo

Hêzên Tirkiyê gundên Zirganê topbaran kirin: Serbazekî Sûrî hat kuştin

Gulan Media October 29, 2022 Nûçe
Hêzên Tirkiyê gundên Zirganê topbaran kirin: Serbazekî Sûrî hat kuştin

 Hêzên Tirkiye gundên Xirbet Şiîr, Ribîat, Til el-Werd û Ebboş li navçeya Zirganê li bakurê rojavayê Hesekeya Rojavayê Kurdistanê topbaran kirin, di encam de serbazekî Sûrî hat kuştin û hejmareke serbazên din jî birîndar bûn.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, êvara 27ê Cotmehê hêzên Tirkiye gundên Xirbet Şiîr, Ribîat, Til el-Werd û Ebboş li navçeya Zirganê li bakurê rojavayê Hesekeya Rojavayê Kurdistanê topbaran kirin, di encam de serbazekî Sûrî hat kuştin û hejmareke serbazên din jî birîndar bûn.

Herwiha hat ragihandin gundên Seyda, Dibis û rêya M4 li navçeya Eyn Îsayê li bakurê Reqayê hat topbarankirin û di encamê de zerarên maddî gihiştine xelkê herdû navçeyan.

26ê Cotmehê jî hêzên Tirkiye gundên Ti Ebbûd û Esediye li navçeya Zirganê, hevdem gundên Derdare, Dada Ebdal û Xirbit Şeîr li navçeya Til Temirê topbaran kiribûn.

 

Rudaw

Top