• Sunday, 15 February 2026
logo

Tirkiye: Kurdên hevpeymanê Amerîka ne YPG û PYDê ne

Gulan Media December 30, 2018 Nûçe
Tirkiye: Kurdên hevpeymanê Amerîka ne YPG û PYDê ne
Balyozê Tirkiyê yê li Waşîngtonê bersiva Sanatorê Amerîkî Lindsey Graham dide û dibêje: Di navbera PKK û YPGê de pêwendiyek aşkere heye.

Balyozê Tirkiyê yê li Waşîngtonê Serdar Kiliç ji twîtira xwe bersiva axaftinên Senatorê Amerîkî yê Komariyan Lindsey Graham da.

Serdar Kiliç dibêje, ew bi bawer e mabesta Lindsey Graham a ji hevpeymanên Amerîkayê yên Kurd, ne YPG û PYD ne. Yê ku pêwendiya aşkere ya di navbera YPG û PKKê de herî baş dizane Lindsey Graham bi xwe ye.

Senatorê Amerîkî yê Komariyan Lindsey Graham ligel Serokê Amerîkayê Donald Trump kom bûbû û piştî kombûnê gotibû ew dê di navbera Tirkiye û rojavayê Kurdistanê de herêmeke tampon ava bikin û YPGê jî wekî hevpeymanê Amerîkayê penase kiribû.

Lindsey Graham got jî, Ew naxwazin di navbera Kurd û Tirkan de şer rû bide. Şerê Kurd û Tirkan dê fişara li ser DAIŞê kêm bike û Îran sûd ji vê yekê werbigre.

Basnews
Top