Xaniqîn bi Ala Kurdistanê pêşwaziya sala 2019 dike
Li gor di wêneyan de diyar dibe Ala Kurdistanê li nav cedeyên bajarê Xaniqînê bilinde û bajêr dixemilîne.
Xaniqîn yek ji navçeyên Kurdistanî yên li derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê ye û bi 155 K.m dikeve bakur rojavayê Baqûbe, piştî rûxandina rejîma Sedam û heta roja xiyaneta 16ê Cotmehê hemû dezgehên wê ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve dihatin birêvebirin.
Berî niha û di 21.8.2006 de bi biryara encûmena bajêr ji kurd, ereb û Tirkumen Xaniqîn vegerabû ser Herêma Kurdistanê.
Basnews
