• Sunday, 15 February 2026
logo

HSD bendava Tişrîn radestî artêşa Sûriyê kir

Gulan Media December 30, 2018 Nûçe
HSD bendava Tişrîn radestî artêşa Sûriyê kir
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bendava Tişrîn a li ser çemê Ferêt li gundewarê Helebê radestî artêşa Sûriyê kir.

Ajansa “Sputnikê” belav kir, di çarçova rêkeftina berfereh a Minbicê de artêşa Sûriyê û HSDê li ser bendava Tişrînê li hev kirin û ew bendav bo artêşa Sûriyê hate radestkirin û ala Sûriyê jî li ser hat hildan.

Bendava Tişrînê 33 K.M li başûrê Minbicê, 115 K.M li rojhilatê Helebê û 80 K.M dûrî sînorê Tirkiyê ye.

Bendava Tişrîn di sala 2014an de kete destê çekdarên DAIŞê, di meha Sibata 2016an de jî bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî hêzên HSDê destê xwe danîbûn ser wê bendavê.

Ev pêşhat piştî wê yekê tê, berî du rojan Fermandariya Giştî ya Artêş û Hêzên Çekdar ên Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihandibû, yekîneyên ji artêşa Sûriyê derbasî gundewarê Minbicê bûne û ala Sûriyê li wê derverê hildane.


Basnews
Top