Rûsya û Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê lihev kirin
Duh Şemiyê 29.12.2018 her yek ji Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergyî Lavrov û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çawuşoglu li hev civiyan.
Li gor çavkaniyek siyasî ku, nexwest navê wî were aşkere kirin ji BasNewsê re ragehand, Lavro gotiye ku, welatê wî li dijî dagîrkirina Tirkiyê ji Rojavayê Kurdistanê re ye ji aliyê artêşa Tirkiyê.
Heman çavkaniyê tekez kir ku, herdu aliyan rêkeftineke sereke derbarê Minbic û navçeyên Rojhilatê Feratê kirine û çaverêya îmzekirina wê rêkeftinê ji aliyê Serokê Tirkiyê Receb Tayib Erdogan û Serokê Rûsyayê Vlademir Putîn dikin.
Basnews
