• Saturday, 21 February 2026
logo

Rejîma Îranê du welatiyên din yên Kurd kuşt

Gulan Media October 27, 2022 Nûçe
Rejîma Îranê du welatiyên din yên Kurd kuşt

Duhê li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê xwepîşandan hebûn.

Duhê ku, roja çileya Jîna Emînî bû, li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê li dijî rejîmê xwepîşandan dom kirin.

Di xwepîşandanên duhê yên li Rojhilatê Kurdistanê de, rejîma Îranê weke her car çek li dijî welatiyan bikaranî û di encam de du welatiyên din yên Kurd ji aliyê rejîmê ve hatin kuştin.

Yek ji wan welatiyan li Sine û evê din jî li Mehabadê bi êrîşa raste rast ya çekdarên rejîmê hatine kuştin.

Ciwanê ku, li Sineyê hatiye kuştin navê xwe Mihemed Şeîretî 21 sal û ciwanê din yê ku li Mehabdê hatiye kuştin navê xwe Îsmaîl Mewlûdiye ku, bi Simko dihat nasîn û temenê wî jî 35 sale.

Weke tê zanîn duhê bişev jî li bajarê Şîrazê ya li başûrê Îranê êrîşek pêk hatibû û di encam de 15 kes hatibûn kuştin û zêdetir ji 45 kesên din jî birîndar bibûn.

 

 

 

Top