Seroka Fraksiyona PDKê: Îro hemû tiştî emê zelal bikin
Seroka Fraksiyêna PDKê li Encûmena Nûnerên Iraqê aşkera kir, îro 27.10.2022yê civîneke ku hertişt bê zelal kirin dê bikin.
Seroka Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê Viyan Sebrî ji BasNewsê re ragehand, îro demjimêr 11:30ê endamên fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê dê bi amadebûna Dr. Fuad Husên ve civînekî pêkbînin.
Herwaha diyar kir civîn ji zelal kirinê ye û her tiştekî jî di civînê de bê zelal kirin.
Îro biryare demjimêr 14:00ê Parlamentoya Iraqê ji bo dengê baweriyê bide kabîneya Mihemed Şiya Sûdanî dê bicive.
Bendewarî hene pişka kurdan di peywirên wezareta Iraqê de çar wezaret bin, ku ew jî wezareta derve, wezareta avadanî, wezareta dad û wezareta jînge ya Iraq be.
Basnews
