• Sunday, 15 February 2026
logo

Piştî referandumê gelek bûyerên siyasî li Herêma Kurdistanê rû dan

Gulan Media December 30, 2018 Nûçe
Piştî referandumê gelek bûyerên siyasî li Herêma Kurdistanê rû dan
Piştî referanduma 25ê îlonê ya serxwebûna Kurdistanê di sala 2018an de bûyerên siyasî, aborî û leşkerî rû dan.

13ê Çileya 2018ê de şandeke Herêma Kurdistanê piştî referanduma serxwebûna Kurdistanê ji bo vekirina balafirxaneyên navdewletî ya Hewlêr û Silêmaniyê ji bo hevdîtina serdana Bexdayê kir.



Di 16ê Çileya 2018ê de Yekîtiya Îslamî ya Kurdistanê ragihand ku ew ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê vekişiya.



21ê Çileya 2018an de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Îranê kir. Ev serdana Şanda Herêama Kurdistanê yekemîn serdane piştî gitpirsiya serxwebûna Kurdistanê bû ku Îranê deriyê sînorî yên ligel Kurdistanê daxistibûn.



Di 19 Adara 2018a de li balafirxaneyên navnetewî yên Hewlêr û Silêmaniyê ku Iraqê bi boneya referandûma serxwebûnê ragirtibûn geştên asmanî dubare dest pê kirin.



Di 25 Nîsana 2018an de serokwezîrê Iraqê yê berê Heyder Abadî ji bo çalakiyên hilbijartina parlamentoya Iraqê serdana Silêmaniyê kir û roja din jî serdana Hewlêrê kir.



Di 12 Gulana 2018a de hilbijartinên parlamentoya Iraqê hat lidarxistin. Kurd bi lîsteyên cuda beşdarî hilbjartina bûn û di tevahî de 57 kursî bi dest xistin.



Di 30 Îlona 2018a de hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê hat lidarxistin. Di encama hilbijartinan de Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi 45 kursiyan bû partiya yekem, Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) jî bi 21 kursiyan bû partiya duyem.



Di 24 Cotmeha 2018an de di parlamentoya Iraqê de 14 wezîrên hikûmeta nû ya bi serokatiya Adil Abdulmehdî hatin pesendkirin.


Di 22yê Mijdara 2018am de Serok Mesûd Barzanî piştî pêkanîna referanduma serxwebûna Kurdistanê cara ewil bi serdaneke fermî çû Bexdayê û di roja yekem a serdana xwe de, li gel Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî, Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî, Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî û çendîn serkirdeyên din ên Iraqê civîn û hevdîtin pêk anîbû.

Rudaw
Top