• Saturday, 21 February 2026
logo

Ewên ku dijî dirêjkirina temenê parlamentoyê bûn, ji ber mûçe û îmtiyazan dest ji kar bernedan

Gulan Media October 26, 2022 Nûçe
Ewên ku dijî dirêjkirina temenê parlamentoyê bûn, ji ber mûçe û îmtiyazan dest ji kar bernedan

Parlamenterên fraksiyonên Komela Dadgerî, Nifşê Nû û çend parlamenterekî berê yên Tevgera Gorran berdewam bangeşe dikirin ku eger temenê Parlamentoya Kurdistanê bê dirêj kirin, ew dê dest ji kar bikşînin, lê piştî ku gelek kesan daxwaz ji wan kir ku eger dest ji kar bikêşin divê dest ji mûçe û îmtiyazên parlamenterî jî berdin, lê naha paşde gav avêtin û bi bahaneya ‘Çêkirina Hevpeymaniyek’ xwe ji mijara dest ji kar kêşanê bêdeng kirine.

Li gor zanyariyên BasNewsê ku ji Parlamenterên Kurdistanê bidest xistiye, Ebdulstar Mecîd û Elî Hemesalih ku herî zêde gileyî dikirin û digotin dijî dirêjkirina temenê parlamentoyê ne, lê bi fermî parlamentoyê temenê xwe dirêj kir, lê soza xwe bicîhneanîn û dest ji kar jî nekêşan. Naha gotegot di nav parlamenteran de belav kirin ku xwedê girawî hewla çêkirina hevpeymaniyekî ne.

Li gor bangeşeya wan be, hevpeymanî di navbera fraksiyona Komela Dadgerî, Nifşê Nû û çend parlamenterekî berê yê Gorran e, lê gelek ji Parlamenterên Kurdistanê dibêjin, ji ber ku ti pêwîstiyek ji bo hevpeymaniyekî li holê tine û bawerî jî di navbera wan parlamenteran de tine û hemû hewl didin tenê xwe wek pehlevan di torên civakî de derxin pêş, ji ber wê jî ti hewldanekî wan encam negirtiye.

Li gor zanyariyên BasNewsê, ji hemûyan jî zêdetir ew gotegot ji aliyê fraksiyêna Komela Dadgerî ve tê belav kirin, sedem jî ew e ku Serokê Komela Dadgerî Elî Bapîr naxwaze fraksiyona partiya wî ji parlamentoyê vekêşe. Herwaha Nifşê Nû û çend parlamenterekî din ên berê yên Gorran jî bi heman awayî dixwazin ji îmtiyazên parlamenteriyê bêbeş nebin, lê gotinên wan ên berê nav xelkê de bendewariyek çêkir ku eger xwe nevekşînin jî vala derdikevin, ji ber wê jî wan gotegotên çêkirina hevpeymaniyekî nû belav dikin.

 

Basnews

Top