• Sunday, 15 February 2026
logo

Fermandarên Pentagonê: Divê Amerîka çekên xwe ji HSDê nestîne

Gulan Media December 29, 2018 Nûçe
Fermandarên Pentagonê: Divê Amerîka çekên xwe ji HSDê nestîne
Fermandarên Wezareta Berevaniya Amerîkayê pêşniyar dikin ku ew çekên Amerîka dane Hêzên Sûrya Demokratîk (HSD), piştî vekişandina hêzên Amerîka ji Sûriyê, li cem wan hêzan bimînin.



Sê fermandarên leşkerî yên Pentagonê, ji ajansên nûçeyan re gotine, piştî vekişandina Amerîka ji Sûriyê, wan pêşniyar kiriye ku ew çek li cem HSD bimînin.



Li gor wan fermandaran, ev beşeke ji reşnivîsa projeya leşkerî ya Amerîka ye û gotûbêj li ser têne kirin.



Ew berpirsên Pentagonê dibêjin, heta niha ti biryar nehatiye dayîn û ne zelal e ku Koşka Spî û Pentagon dê çawa derbarê vê yekê rêkbikevin.



Wezareta Berevaniya Amerîka dibêje ku hîna zû ye ew biryarê bidin û bizanin wê çi li wan çekan bikin, lê di çend rojên bê de, wê pêşniyar û plana xwe bidin Koşka Spî û dê Donald Trump biryara dawiyê li ser bide.



Berdevkê Pentagonê, Sean Robertson ragihand, plan amade ye û têde behsa vekişandineke rêkxistî ya leşkerên wan ji Sûriyê dike, herwiha dê hermû rêkaran bo silametiya hêzên Amerîka bikar bînin

Rudaw
Top