Li Endonêzyayê di keştiyekê de şewat derket 14 kes mirin
Hat ragehandin li başûrê Endonêzya’yê di keştîya ku 240 kes rêwî têde şewat derket û 14 kesan canê xwe ji dest dan.
Li gor agahiyên rayedaran, keştiya bi nave KM Express Cantîka 77 dema bi 230 rêwî û 10 karmendan ve ji Kupanga li eyaleta Tenggera ya ku dikeve rojhilatê Nûsa diçû Kalabahî’yê, agir û şewat têde derket.
Di daxuyaniya ajansa lêgerîn û rizgar kirinê ya netewî de hat piştrast kirin ku di encama xebatên tîmên rizgar kirinê û beşdarbûna keştiyên nêzîk de 226 kes hatine rizgar kirin û 14 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Sedema derketina şewatê tê lêkolîn kirin.
Li walatê başûrê rojhilat yê Asya’yê Endonêzya ku ji 17 hezar peravan zêdetir pêk tê de, bi gelemperî tirajediyên keştî û botên ku ji bo gîhandinê tên bikar anîn zêde tên jiyana kirin.
Di sala 2018'an de ferîboteke ku bi qasî 200 rêwiyan hilgirtibû di gola volkanîk ya li eyaleta Sûmatra ya Bakur de nuqî avê bibû di encama wê bûyerê de 167 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.
Basnews
