• Saturday, 21 February 2026
logo

Şandeke Amerîkayê serdana navenda HDPê ya Amedê kir

Gulan Media October 25, 2022 Nûçe
Şandeke Amerîkayê serdana navenda HDPê ya Amedê kir

Şandeke balyozxaneya Amerîkayê ya Tirkiyê serdana navenda Partiya Demokratîka Gelan (HDP) li Amed a Bakurê Kudistanê kir.

Şanda balyozxaneya Amerîkayê li gel Hevserokên HDPê yên şaxa Amedê civiyan.

Li gorî daxuyaniya HDPê, di şandê de Şêwirmendê Karûbarên Siyasî yê Balyozxaneya Amerîkayê Stephen Banks, Konsulê Amerîkayê yê Edenê Daniel Dolan û Serokê Yekîneya Karûbarên Siyasî Deanie Holder serdana Rêxistina HDPê ya li Amedê kirine.

HDP ji bo wê serdanê spasiya şanda Amerîkî kiriye.

Lê di derbarê naveroka civîna di navbera rayedarên HDPê yên şaxa Amedê û şanda Amerîkayê de ti zanyarî nehatin belavkirin.

 

Rudaw

Top