Nêçîrvan Barzanî: Kristiyan beşeke giring û sereke ne ji civaka Kurdistanê
Malpera hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragehand ku, îro pêncşemê 27.12.2018 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Serokwezîrê Vatîkanê Kardînal Pietro Parolin û şanda li gel wî kir, di hevdîtinê de Serokwezîrê Vatîkanê Pietro Parolin kêfxweşiya xwe bo serdana Herêma Kurdistanê nîşandaye û hevdîtina li gel serokwezîrê Herêma Kurdistanê û pesnê Herêma Kurdistanê daye li ser cîgirkirina bingehên pêkvejiyan û lêborîna di navbera pêkhateyan de û rola Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di vê mijarê de bilind nirxand, herwiha piştgiriya Vatîkanê bo Herêma Kurdistanê cardin anî ziman.
Kardînal Pietro Parolin spasiya gel û hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ji ber pêşwazîkirina hejmareke mezin ji koçber û penaberan, bi taybetî penaberên Mesîhî. Herdu serokwezîrên Kurdistan û Vatîkanê weke pêwîst dibînin ku berî vegera penabera bo cih û warên xwe, seqamgîrî û asayiş û xizmetguzarî li deverên wan werin dabînkirin.
Ji aliyê xwe ve Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasiya serdana Serokwezîrê Vatîkanê bo Kurdistanê kir û tekez kiriye ku, Krîstiyan beşeke giring û sereke ne ji civaka Kurdistanê, ku reh û koka dêrîn û dîrokî ya wan li vî welatî heye û hikûmeta Herêm karê cidî kiriye û berdewam dibe di cîbicîkirina zêdetir a bingehên pêkvejiyan û qebûlkirina hevdû û rêzgirtina hev. Ji bo vê mebestê jî ji aliyê perwerdeyê ve giringiyeke mezin didin vê mijarê û pêngavên pratîk li ser vê mijarê hatine avêtin.
Di beşeke din a hevdîtinê de rewşa Krîstyanan bi giştî li Iraq û Herêma Kurdistanê, peywendiyên Hewlêr – Bexdayê, pêşveçûnên siyasî û siberoja proseya siyasî ya li Iraqê hatin axaftin û tekezî li çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr – Bexdayê li ser bingeha destûra Iraqê hat kirin. Herdu aliyan li ser wê yekê hevnêrîn bûn ku çareseriya leşkerî ji bo jinavbirina tundî û terorê ne bes e, divê ji aliyê fikrî û perwerdehî û kultûrî ve rêgirî li tundî û terorê were girtin.
Basnews
