• Sunday, 15 February 2026
logo

Welateke Erebî têkiliyên xwe li gel Sûriyeyê normal dike

Gulan Media December 28, 2018 Nûçe
Welateke Erebî têkiliyên xwe li gel Sûriyeyê normal dike
Îmaratên yek girtî yên Erebî biryara daku têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi hikûmeta Sûriyê re asayî bike û di vê çarçoveyê de balyozxaneya wî welatî ya li Şam a paytexta Sûriyê ji nû ve dest bi kar û xebatên xwe dike.

Wezareta Derve ya Îmaratê ragihand, ew dixwazin pêwendiyên xwe bi Sûriyê re asayî bikin û di vê çarçoveyê de balyozxaneya wî welatî ya li Şam a paytexta Sûriyê dest bi kar dibe

Wezareta Derve ya Îmaratê da xuyakirin: “Ev pêngav ji bo nîşandana niyetpakiya Îmaratê û asayîkirina pêwendiyan bi Sûriyê re ye”.

Ji dema destpêkirina aloziyên li Sûriyê, Îmaratê pêwendiyên xwe bi hikûmeta Sûriyê ya bi serokatiya Beşar Esed re qut kiribû û piştgirî li grûpên opozisyona wî welatî û hewlên ji bo rûxandina desthilata Esed dida.


Top