• Sunday, 15 February 2026
logo

Supayê Sûriyê derbasî nav Minbicê bû

Gulan Media December 28, 2018 Nûçe
Supayê Sûriyê derbasî nav Minbicê bû
Artêşa Sûriyê îro Înê 28ê Kanûna 2018 derbasî nav bajarê Minbicê bû û ala Sûriyê li navenda bajêr bilind kir.

Di berdewamiya geşedanên nû yên li bakurê Sûriyê de, Hêzên Artêşa Sûriyê îro derbasî nav bajarê Minbicê bûn.

Hêzên artêşa Sûriyê li çend cihên sereke yên navenda bajarê Minbicê bi cih bûn û yekser ala Sûriyê li navenda bajêr bilind kirin.

Çûna Artêşa Sûriyê bo nav Minbicê piştî daxuyaniya îro ya YPGê hat, ku têde daxwaz ji hikûmeta Sûriyê kiribû, hêzên xwe bişîne Minbicê û wê herêmê ji gef û êrîşa Tirkiyê biparêze.

YPGê di daxuyaniya xwe ya îro de ku li ser twîtera xwe belav kiribû, gotibû: “Em hêzên hikûmeta Sûriyê vedixwînin ji bo ku wan deverên ku hêzên me jê vekişiyane, bi taybet jî Minbic, kontrol bikin û wan herêman li hemberî êrîşa Tirkiyê biparêzin”.

k24
Top