• Saturday, 21 February 2026
logo

Erdogan: HDP li rêya Qendîlê digere

Gulan Media October 24, 2022 Nûçe
Erdogan: HDP li rêya Qendîlê digere

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di serdana xwe ya Amedê de li gel ciwanên ku wê cara yekê beşdarî dengdanê bibin civiya. Erdogan li Navenda Çandê ya Sezai Karakoç bi ciwanan re kom bû û got, hinek dibêjin, ciwanên AK Partiyê nînin lê di hilbijartinan de wê bersiva wan kesan bidin. Erdogan her wiha rexneyên tund li HDPê kirin û got ew rê û banan durist dikin, HDP tenê diaxive û li rêya Qendîlê digere. Li gorî amaran, 6 milyon ciwan wê sala bê cara yekê beşdarî hilbijartinan bibin ku dike %12 ji temamiya dengdêran.

Serokkomarê Tirkiyê û Serokê AKPê Recep Tayyîp Erdogan li vê navendê beşdarî bernameya “Yekem dengê min bo Erdogan, yekem dengê min bo AK Partiyê” bû ku ji aliyê ciwanên AK Partiyê ve hatibû sazkirin.

Erdogan ligel ciwanên ku dê di hilbijartinên Hezîran 2023an de yekem car deng bidin axivî.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan got, “Hinek dibêjin ciwanên AK Partiyê nînin. Kerem kin ciwantî li vê derê ye. Ev ciwan dê Hezîrana bê di sindoqan de dersa pêwîst bidin wan kesan.”

Erdogan di axavtina xwe de di serî de HDP rexneyên tund li partiyên opozîsyonê girtin.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan anî ziman, “Em van rêyên xweşik çê dikin lê HDP û yên din tenê diaxivin. Ev cudahiya me ye. Ew li rêya Qendîlê digerin. Em ji bo xelkê xwe rêyên modern çê dikin. Ev e cudahiya me.”

Erdogan çend demjimêr pêştir di mîtînga xwe ya Amedê de li ser Hevserokê berê yê HDPê Selahatîn Demirtaş got, “Ew ne Kurd e.”

Demirtaş heman rojê li ser Twitterê bersiva Erdogan da û got, “Wiha ji yek zilamtiyê bawer kiriye ku ew biryar dide ez kî me! Tu dest ji wê berde, eger careke din biçî Diyarbekir, bipirse “Kî diz e” Lê, bila birayên min ê ku biçin mîtîngê tiştên bi qîmet ligel xwe nebin. Çi dibe çi nabe.”

Ji hilbijartinên giştî yên Tirkiyê re kêmî 8 mehan mane lê partiyên siyasî dest kampanyayên hilbijartinê kirine. Tê pêşbînîkirin rola wan 6 milyon ciwanên ku dê yekem car deng bidin û nêzîkî %12ê dengdêran in, di hilbijartinan de yekalîker be.

 

 

Rudaw

Top