• Sunday, 15 February 2026
logo

Çavuşoglu: Vekşêna Amerika di encama hewlên Tirkiye de bû

Gulan Media December 28, 2018 Nûçe
Çavuşoglu: Vekşêna Amerika di encama hewlên Tirkiye de bû
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlid Çavuşoglu dibêje: "Ji bo çareseriya Krîza Sûriyê, Tirkiye lîstikvanê sereke ye."

Çavuşoglu, biryara Amerika ya vekêişana ji Sûryê şîrovekir û got: Tirkiye ji bo çareseriya siyasî ya Suriyê lîstikvanê sereke ye.

Wezîrê Derve da zanîn: Biryara vekêşana leşkerên Amerika ji Surîyê, di encama hewldanên karîger yên Tirkiyê de, pêk hatiye.

Ligor Çavuşoglu, ew dixwazin çareseriyek guncaw, ku gelê Sûrîyê dixwaze, bibînin.

Ji aliyê xwe ve, şandina leşkeran, çek û teqemeniyan bo ser sînorên Rojavayê Kurdistanê, ji alî Tirkiye ve didom e.

K24
Top