• Sunday, 22 February 2026
logo

Li Haîtî di navbera çeteyan de pevçûn derket 12 kes mirin

Gulan Media October 24, 2022 Nûçe
Li Haîtî di navbera çeteyan de pevçûn derket 12 kes mirin

Hat ragehandin li Haîtî di navbera çeteyan de pevçûna çekdarî derket û di encam de 12 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor nûçeya çapemeniya wê herêmê, li bajarê La Croîx-des-Bouquets yê wî walatî de di navbera çeteyên hevrik de pevçûn derketiye. Di pevçûna ku tevahiya rojê berdewam kir de 12 endamên çete hatin kuştin.

Rayedaran ragehandin pevçûn di navbera grubên binavê ‘’Vîtelhomm’’ û ‘’400 Mawozo’’ derketi ye.

Di medyaya 24 ya Haîtî de tê îdîa kirin, di herêmê de ji ber pevçûnên ku diqewimin xelk malên xwe bi cîh dihêlin û hezên ewlekariyê jî kêm dimînin.

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di 21'ê Cotmehê de pêşnûme biryareke ku cezayên li ser komên çekdar ên li Haîtî û fînanskarên wan ferz dike, erê kiribû.

Top