Aldar Xelîl: Em razîne hêza me tevlî artêşa Beşar Esed bibe
Berpirsê Nivîsingeha Têkiliyên Derve ya TEV-DEMê Aldar Xelîl ji medyaya partiya xwe re ragehand ku, em qebûlnakin hêzên Pêşmergeyên Roj vegerin Sûriyê û wê pirsê jî li gel Esed gotûbêjnakin, herwiha tekez kir ku, ti pirsgirêk li cem nîne ku, YPG balskê serbazî yê PYD tevlî artêşa Sûriyê bibe.
Berpirsê Nivîsingeha Têkiliyên Derve ya TEV-DEMê Aldar Xelîl careke din êrîşî encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) kir û danûstandin li gel red kir.
Ji aliyeke din re çavkaniyên Sûriyê tekez dikin bi ti awayî rejîma Esed mafên kurdan di destûra Sûriyê de qebûlnake tevî wê yekê jî PYD amade ye biçe nav rêzên rejîma Esed.
Çavkaniyên rejîmê tekez dikin ku, daxwaz ji PYD dike hemû navçeyên di bin destê wê radest bike û dê weke milîsan pêwendiyê li gel hêzên ser bi PKKê bike.
Basnews
